Li Stenbolê bi bombeyê êrişî otelê hat kirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê bi narincokê (bombeya destan) êrişî otelekê hat kirin lê narincok neteqiya.

Li gorî nûçya Haberturkê, bûyerê îro li derdora saet 13:00an rû da.

Hat ragihandin ku zarokekî ev êriş pêk aniye, piştre kesekî li otelê ew zarok bi çekê birîndar kiriye û tîmên tenduristiyê zarokê birîndar rakiriye nexweşxaneyê.

Li hêla din, nîsana borî jî bi çekan lûledirêj êrişî heman otelê hatibû kirin.