Tirkên tundrew êrişî mîntînga HDPê kirin

 

Navenda Nûçeyan (Rûdaw) -  Li bajarê Samsun a li herêma Behra Reş li bakurê Tirkiyeyê, tirkên tundrew hewl dan êrişî mîtînga HDPê bikin û di encama destwerdana hêzên polîs de 10 kes hatin girtin.

 

Li gor nûçeya malpera Radîkal a Tirkiyeyê, îro yekşemî komek ji tirkên tundrew hewl dan êrişî mîtînga HDPê li bajarê Samsun bikin. Li gor wê malperê, nêzîkî 500 kes xwastin êrişî mîtîngê bikin, lê hêzên polîs detwerdan kirin û di encam de 10 kes ji êrişkaran girtin.

 

Li gor nûçeyê, HDPê îro li meydana Komarî ya bajarê Samsunê mîtînga xwe organize kiribû û li gor bernameyê di mîtînga îro de Hevserokê HDPê Fîgen Yuksekdag dê ji xelkê re biaxivîba.

 

Berî destpêkirina mîtîngê hêzên polîs hemû rêyên ber bi qada Komarî ve ji hatinûçûnê re qedexe kir û li piraniya bajar xalên kontrolê bicih kiribû.

 

Hat ragihandin, mîtînga HDPê ratsî nerazîbûna hinek tirkên tundrew hat. Hat zanîn, komekî 500 kesî ji tirkên tundrew ku alên Tirkiyeyê di destê wan de bûn û dirûşma “Ew der Samsun e, li wir derketin tine ye” digotin, xwastin ber bi wê qadê ve herin ku HDP mîtînga xwe li wir li dar dixist.

 

Hêzên polîs ên Tirkiyeyê rê li ber kesên xwepêşandana tirkên tundrew girtin û rê nedan ew nêzîkî qada mîtîngê bibin. Di encam de pevçûn di navbera polîs û xwepêşanderan de derket û 10 kesên tundrew ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

 

Rêveberê polîsê parêzgeha Samsunê Vedat Yavuz çû cihê bûyerê û ew hişyar kirin ku belav bibin.