Hevserokê DEM Partiyê: Leşker û polîs ji derve anîne bajarên Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Enqereyê dengê xwe bikar anî û got “Min dixwest bibêjim bila hilbijartineke demokratîk be lê mixabin wiha nabe."

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Enqereyê dengê xwe da.

Tuncer Bakirhan piştî dengdanê ji rojnamegeran re axivî.

Bakirhan amaje bi wê yekê da ku hêzên ewlehiyê ji bajarên cuda veguhastine bajarên Kurdan û ew vê yekê dişopînin.

“Hilbijêrên ku ji derve anîne deng didin”

Bakirhan wiha pê de çû, “Beriya ku em bên vêderê, me dît ku hilbijêrên qaçax veguhastine hemû bajarên Kurdan.

Leşker û polîsên ku li wan bajaran najîn û hilbijêrên ku ji derve hatine, deng didin.

Bi ya min ji destpêkê ve di hilbijartinê sextekarî de hat kirin.

Tevî wê jî em bi hemû hêza xwe em bangî gelê xwe xwe dikin bila herin ser sindoqan û deng bidin.

Ez îro pir kêfxweş û serbilind bûm ku min dengê xwe da jina herî bedew, jina herî jêhatî, herî rewşenbîr, jina herî bi berxweder a cîhanê.”

Herwiha Bakirhan li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ya derbarê anîna leşeken a ji bo dengdanê jî wiha axivî:

“Belê rast e li her derê leşker anîne, deng didin. Înşalah em dê van lîstikên wan derxin rastê.

Em jî dixebitin, gazî gelê xwe dikin ji bo bên ser sindoqan.”