DEVAyê berbijêrên xwe eşkere kirin: 'Em dê ji bo Tirkiyeyê bibin deva'

Enqere (Rûdaw) - Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) hinek berbijêrên xwe yên hilbijartinên herêmî ya 31ê Adarê eşkere kir.

Yek ji berbijêran di merasîma danasînê de got, “Em dê bibin derman û deva ji bo Tirkiyeyê.”

Ber bi hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve, partiyên siyasî berbijêrên xwe aşkere dikin.

Piştî têkçûna Tifaqa Millet pêkhateyên tifaqê cuda cuda berbijêrên xwe aşkere dikin.

Partiya DEVAyê li Enqeraya paytexta Tirkiyeyê merasima danasîna berbijêrên xwe li dar xist.

Serokê DEVAyê Alî Babacan jî beşdarî merasîmê bû. 

Berbijêran dest bi amadekariyan kirine

Partiyên siyasî navê berbijêrên xwe yên hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê aşkere dikin.

Namzedên ku navên wan hatine ragihandin jî bi kêşana wêneyan û amadekarina afîşan û gelek rêyên din dest bi bangeşeya xwe kirine.

Berbijêrê navçeya Musabeyliyê ya Kilîsê Ozgur Ay wiha axivî:

“Em dê afîşên xwe amade bikin û di heman demê de ez dê li navçeya xwe dronan bikar bînim û reklama xwe bikim.”

Berbijêrê navçeya Buldanê ya Denîzliyê Sultan Ozsoyê got:

“Ez gelekî ne bi kelecan im. Ez ji Buldanê me, ez dê xizmeta Buldanê bikim.

Ez ji gundekî Buldanê hatime dinyayê û gelek dixwazim bibim şaredara navçeya xwe.”

Herwiha DEVAyê hinek ji berbijêrên xwe yên Bakurê Kurdistanê jî aşkere kirin.

“Em dê bibin derman û devayê Tirkiyeyê”

Berbijêrê navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê Ahmet Çelik jî der barê amadekariyan de got, “Halê Tirkiyeyê li ber çavan e. Gelek pirsgirêkên me hene.

Navê partiya me DEVA ye û înşellah em dê bibin derman û deva ji bo Tirkiyeyê.”

“Em dê DEVAyê bikin partiya yekem”

Berbijêrê navçeya Çinarê ya Amedê Mehmet Mustafa Dogan got:

“Ez nû beşdarî DEVAyê bûme. Ez ji navçeya Çinarê bûme berbijêr. Ez dixwazim xizmeta navçeya xwe bikim.

Heta niha HDP (DEM Partî) û AK Partî dibûn partiya yekem, em dê bixebitin û vê carê deva bikin partiya yekem.”

Di merasima nasandina berbijêrên partiya DEVAyê de, parlamenterê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen bal kişand ser mijara qeyûmên li Bakurê Kurdistanê û got:

“Îhtimal heye ku hikûmet siyaseta qeyuman berdewam bike  

Bi tayînkirina qeyuman re pêwendiya xelkê bajêr û navçeyan bi şaredariyan re tê qutkirin.

Em ji roja destpêkê ve li dijî vê helwestê ne û em hevî dikin ku desthilat dev ji qeyuman berde.

Lewra ya rastî ez heta niha jî helweseteke wisa nabînim ku em bêjin ‘êdî qeyum neyên tayînkirin.”

Partiyên siyasî heta 20ê meha Sibatê pêwîst e ku lîsteya berbijêrên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan bikin.

Lîste dê roja 3yê meha Adarê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan ve bê ragihandin.