3 hezar 25 bijîşkan ji bo ku koç bikin serî lî TTByê daye

Hewlêr (Rûdaw) - Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku sala 2023yan bi giştî 3 hezar û 25 bijîşk û karmendên tendirustiyê ji bo koçkirinê serî li belgeya rewşa baş dane.

Ji ber kêmiya mûçeyan, şert û mercên giran ên kar û tundûtûjiya di sektora tendirustiyê de koça bijîşkên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo derveyî welêt berdewam e.

Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku sala 2023yan bi giştî 3 hezar û 25 karmendên tendirustiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo koçkirina derveyî welêt serlêdan kirine da ku belgeya rewşa baş wergirin û bi wê belgeyê koç bikin.

Li gorî Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) tenê Kanûna Pêşînê hejmara kesên serî li wê belgeyê daye 240 e.

Ev di demekê de ye ku 10 sal berî niha ew hjemar tenê 90 bû, sala 2023yan jî 2 hezar û 685 bû.