Wezareta Perwerdeyê derî li Kiliçdaroglu girt

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, daxwaza hevdîtina Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu qebûl nekir û rê nedan ew biçe nav avahiya Wezareta Perwerdeyê.

Kemal Kiliçdaroglu, doh li navenda CHPê bi mamosteyên ku di ezmûnan de puanekî bilind stendine û nehatine tayînkirin re civiya. Mamosteyên puanên bilind stendine dibêjin, berpirsên wezaretê di ezmûnên devkî (mulaqat) de puanên kêm didin wan û bi vî awayî rê li ber tayînkirina wan digrin. Mamoste dibêjin herwiha ezmûna devkî niheqî ye û divê bê rakirin.

Kiliçdaroglu soz da mamosteyan ku dema bibin desthilat ezmûna devkî rakin û tenê li gor ezmûna nivîskî mamosteyan tayîn bikin. Kiliçdaroglu, ji bo pirsgirêka mamosteyan daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Perwerdeyê Mahmur Ozer kir. Lê Mahmut Ozer daxwaza hevdîtina Kiliçdaroglu red kir.

Serokê CHPê, îro piştî demjimêr 13:00 nîvro çû Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, lê deriyê wezaretê hat girtin û zincîrkirin da ku Kiliçdaroglu derbasî nav avahiya wezaretê nebe.

Kiliçdaroglu, 3ê Mijdara 2021ê xwestibû biçe Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) jî, lê wê saziyê jî rê nedabû Kiliçdaroglu biçe nav avahiya wan û derî girtibûn.