Li Stenbolê 7 kes ji ber alkola sexte mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Stenbolê di nav pênc rojan de 7 kes ji ber alkola sexte mirin.
Li navçeyên Şişli, Beyoglu, Fatih, Kagithane, Esenyurt û Umraniye yên Stenbolê di nav 5 rojên dawî de 15 kes ji ber ku bi alkola sexte bi jehrî ketin çûn nexweşxaneyan.
Li gorî zanyariyan, ji wan 7 kes tevî hewldanên bijîşkan mirin.
Hat zanîn ku dermankirina 8 kesên din li beşa çavdêriya hûr berdewam dike.
Li ser vê yekê tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê bi ser çend navnîşanan de girt û di encamê de 13 kes desteser kirin.