Tirkiyê di warê nûçeyên derew de di rêza yekemîn de ye

30-11-2018
RÛDAW
Nîşan Nûçe Derew Sexte Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor rapora Reutersê ya “Rapora 2018ê ya Nûçeyên Dijîtalê” Tirkiyê sereke walet e ku derbarê wê de hêrî zêde giliyên nûçeyên sexte û derew hate tomarkirin. Ev yek jî dide xuyandin ku raya giştî tê xapandin.

 

“Di dema çalakiyên Geziyê de xwepêşanderan êrişî jineke dûcanî kirin û mistên pê ve.

 

Fîlozof û zimannasê Amerîkî Dr. Prof. Noam Chomsky di gotareke xwe de pesnê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da.

 

Li ser çemê Myanmar nîşandina dîmenên termên misilmanên Arkanê.

 

Dîmenên bombekirina hêzên Kurdî li Sûriyê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve.”

 

Li gor BBCê xala hevbeş a van nûçeyên ku bo heyameke dirêj di rojevê de mane û nîqaş li ser hatine kirin ew e ku tevahiya wan derew in.

 

Rojnamevanê BBCê Mark Lowen diyar kir ku li gor rapora Reutersê ya “Rapora 2018ê ya Nûçeyên Dijîtalê” herî zêde derbarê Tirkiyê de ji ber nûçeyên derew gilî hatine tomarkirin.

 

Li gorî rapora navborî nêzîkî nîve (ji sedî 49) beşdariyan dibêjin ku berî rapirsiyê di heftaya pêştir de rastî “nûçeyên sexte” hatine.

 

Her li gor heman raporê li Tirkiyê ji sedî 90 dezgehên medyayî yên wî welatî alîgirê hikûmetê ne û medyaya dijbere jî bi îdia “propagandaya terore” dikin têne tohmebarkirin û ji ber sedemên aborî piraniya wan tenê girtin.

 

Herî dawî derbarê kuştina rojnamegerê bi eslê xwe ji Erebistana Siudiyê Cemal Xaşiqcî de desthilatdariya Tirkiyê gelek caran zanyarî û îdiayên derew servîsê medyayê dikir. Bi vê yekê jî medya cîhanî xapand.

 

Li gor rapora Reutersê ji sedî 38  nûçeyên medyaya Tirkiyêcihê baweriyê ne.

 

Teyit.org: Di heyama 2 salan de me zêdeyî 500 nûçeyên derew tomar kirin

 

Malpera yekem a serbixwe ya piştrastkirina nûçeyan Teyit.org di heyama van du salên dawiyê de piraniya wan siyasî 527 nûçeyên derew tomar kirine. Hinek ji wan nûçeyan bûne sedemên bûyerên cidî.

 

Rojnamevan Mehmet Atakan Foça ji sala 2016an ve platformek damezrandiye û lêkolîna rastiya nûçe, dîmen û wêneyên li ser înternetê têne belavkirin dike.

 

Atakan Foça diyar kir ku rojane derbarê zêdeyî 30 nûçeyan de gilî tê kirin û wiha got: “Em dixwazin xelkê derbarê nûçeyên derew de perwerde bikin û amûrên bikaribin pê nûçeyan piştrast bikin ligel wan ûarve bikin.”

 

Şeva sersala 2017ê li bajarê Stenbolê êrişeke çekdarî bo ser bara Reina pêk hat û di encamê de 39 kes hatibûn kuştin û 69 kes jî birîndar bibûn. Piştre wêneyên hinek gumanbaran hatibû parvekrin, lê Teyit.orgê eşkere kiribû peywendiyan 3 kesên wêneyên wan hatine belavkirin bi êrişê ve nîne.

 

Metehan Alim ku bi şaşî hatibû tohmetbarkirin, doz li hemberî 6 dezgehên medyayî vekiriye û heta niha jî ew doz negihîştine ti encamekê. 

 

Teyit.orgê hinek nûçeyên navnetewî yên derew jî eşkere kirin

 

Di sala 2017ê de cîgirê serokwezîrê wê heyamê Mehmet Şimşek li ser hesabê xwe yê Twitterê hinek wêne belav kiribû ku gotibû wêneyên qurbaniyên komkujiya misilmanên Arakanê ne, lê piştre Teyit.orgê diyar kir ku ew wêne li hinek welatên din ên cuda hatine tomarkirin.

 

Atakan Foça da zanîn ku hinek “malperên piştrastkirîna nûçeyên derew” wek têne bikaranîn û ew platform ji bo hikûmetê dibin çekek din.

 

Foça herwiha got: “Kontrolkirina zanyariyan, belavkirina nûçeyên derew, belavkirina têgeha `em û ew` taktîkên hikûmetên otorîter in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst