Erdogan li ser banga Bahçelî axivî: Divê were nirxandin
Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan li ser banga Devlet Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan got, “Em di wê qenaetê de ne ku divê were nirxandin.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê vê mehê silav da DEM Partiyê û 22yê mehê jî got ku bila Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive PKKyê tasfiye bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma salvegera 101ê ya Komara Tirkiyeyê de li ser mijarê axivî.
“Divê were nirxandin”
Erdogan diyar kir ku li herêmê “rûdanên dîrokî” diqewimin û li pey çû:
“Divê em pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî bi awayekî bilez hel bikin.
Em di wê qenaetê de eger nêzîkbûnên ku bi pêşengiya şirîkê me yê Tifaqa Cumhurê hatine holê bi awayekî bêpêşdaraz û li gorî paşxana berfireh bên nirxandin dê bisûdtir be.
Ev nêzîkbûn divêtiya eqilê kevnar ê dewletê û îrfana bi hezaran salan e.”
Erdogan di axaftina xwe de bi bîr anî ku Parlamentoya Tirkiyeyê bi hevgirtina Kurd, Tirk, Elewî û Suniyan hatiye avakirin.