Erdogan: Encamên hilbijartinê çi be jî operasyon dê bidomin
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, encamên hilbijartina 1ê Mijdara çê dibe bila bibe operasyonên li hemeberî PKKê dê bidomin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî bernameya hevbeş a televîzyona ATV û A Haberê bû û li ser rojevê axivî.
Recep Tayyip Erdogan derbarê êrişa Enqereyê de wiha got: “Êrişa li Enqereyê tenê xistin stuyê DAIŞê û xwestin PKKê biparêzin. Ev yek jî bikerî partiya siyasî ya baskê PKKê hat. Eşkere ye, ku plana hêzên derveye.”
Erdogan îdia kir ku tîmeke ji Amerîkayê hatiye ji HDPê re gotiye “derew û newehiyan” bidomîne û got, li Stenbolê civîneke berfireh pêk anîne û wiha domand:
“Cem wan derew gelekî bihêsanî tên gotin. Birayên min ên li Anatolyayê jî ji wan bawer dikin. Mebesta êrişa Enqereyê hilbijarinên 1ê Mijdarê paşve bixine bû. Bûyera li Enaqereyê çalakiyek terorî ya hevbeşî bû.”
Serokomarê Tirkiyeyê derbarê operasyonên li dijî PKKê de jî anî ziman, encamên hilbijartinên çê dibe bila be operasyon dê bidomin.
Herwiha Erdogan derbarê “pêvajoya çareseriyê de jî wiha got:
“Me bawer dikir ku li hemberê dê muxatab hebe, lê li hemberê me muxatab nebû. Ji ber ku muxatab nîne pêwîst e em wê danîn sarincê de. Em dê bi Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî li ser rêya xwe berdewam bin.
Ji niha pê ve êdî pêwîstî bi wê yekê nîne ev kar bi komekê biçûk re were gotûbêjkirin. Ji niha pê ve êdi di mijara pêvajoya çareseriyê de muxatab gel e.”