257 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kirklareliyê yê Tirkiyeyê di nava hefteyekê de 257 koçber û 12 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin û 8 qaçaxçî bi biryara dadgehê hatin girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kirklareliyê ji 19 heta 25ê Îlona 2024an,  257 koçber desteser kirin.

Koçberên hatine desteserkirin piştî karûbarên destpêkê şandin Nevenda Vegerandinê ya wê parêzgehê.

Her wiha 12 kes jî bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Ew 12 gumanbarên hatine desteserkirin piştî karûbarên li Navenda Cendirmeyan şandin dadgehê.

Bi biryara dadgehê 8 kes hatin girtin û çar kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.