Li Îzmîr û Muglayê operasyon: 21 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîr û Mûglayê yên Tirkiyê di operasyonekê de 21 kes bi hinceta ku li ser navê PKK/KCK û DAIŞê kar û xebat kirine û xwe amade dikirin ku roja 1ê Îlonê çalakiyên ne yasayî encam bidin, hatine desteserkirin.

 

Li gorî zanyariyan, Tîmên Rûbirûbûna Terorê yên ser bi Asayîşa Îzmîrê ve, ji bo astengkirina çalakiyên ku dê bi boneya 1ê Îlonê bêne encamdan, operasyoneke pêşwext li hemberî rêkxistinên çepgir, PKK/KCK û DAIŞê jî encam dan.

 

Di operasyonê de, li gor îdiayan kesên ku li ser navê wan rêkxistinên navborî liv û tevger dikirin û amadekariyên çalakiyan dikirin, hatin desteserkirin.

 

Li navenda Îzmîrê, navçeyên wê yên Menemen, Odemîş, Seferîhîsar û Marmarîsa navçeya Mûglayê operasyon hat kirin û 15 gumanbar hatin desteserkirin.

 

Ji aliyekî din ve li navenda Îzmîrê 6 Sûrî yên gumanbar ku li ser navê DAIŞê çalakî kirine, têkiliya wan bi herêmên pevçûnê re hene, di operasyonê de hatin desteserkirin.

 

Li gora medyaya Tirkiyê, 9 kes ji temamiya 21 kesan, nêzîkî PKK/KCK bûne û propaganda wan rêkxistinan belav dikirin.