Li Tirkiyê di Cejna Qurbanê de jî bazar lawaz in

Enqere (Rûdaw) - Beriya cejnan yek ji cihên herî ku qelebalix dibin bazar in. Xelk ji bo kirîna pêdiviyên cejnê berê xwe didin bazaran, lê weke her tiştî koronayê bandora xwe ya xerab li bazaran jî kiriye. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heman demê bihayê xwarinê jî bilind bûye.

Her sal beriya Cejna Qurbanê li nav bazarên taxan qelebalixiya xelkî zêdetir dibû, lê îsal ji ber koronayê li nav bazaran beriya cejnê bêdengî heye. Firoşkar behsa erzaniyê dikin ji ber ku ew dibêjin “em naxwazin berhemên di destê me de bimînin.”

Firoşkar Samet Altınkaynak  dibêje, “Sala borî her tişt biha bû lê me hemû difirot, îsal her tişt erzan e û korona heye û me jî qazancê xwe kêm kir lê mişterî nîne, kar nîne hema zirar heye.”

Li gorî amarên ji aliyê navenda kamuarê ku bi ser konfederasyona sendikayan ve ye hatine belav kirin, bihayê xwarinê di nava mehekê de ji  %2.1 di nava heft mehên îsal de ji sedî 14, 7 û di nava salekê de jî ji sedî 34.2 bilind bûye.

Mehmet Malkoç  ku xanenişîn e diyar dike, “Rast e ku firoşkar li gorî hesaba xwe  dibêjin her tişt erzan e, lê dema em li bihayan binêrin em dibînin ku bihayê her tiştî gelek zêde bûye. niha werzê sebze ye pêwîst e erzan be lê bihayê her tiştî zêde ye. ez xanenişîn im û muzîceya ku ez dikarim bi mûçeyê xwe debara xwe bikim.”

Mamosteyê bi navê Saffet Erdemlî jî diyar dike, “Sala borî jî, îsal jî her tişt giran e. firoşkar jî giran distîne lê dibêje ez ê bi qazancekî kêm biforişim û li gorî hisaba wî erzan xuya dike. Lê ne wisa ye,  her tişt giran e.”

Li gorî heman lêkolînê her malbatek ji sedî 62  ya dahata xwe ji bo pêdîviyên sereke dabîn dike.  Pişka xwarinê di nav xercên malbateke 4 kesî de ji sedî 30.7 ya hemû dahata wan e.