Parêzerên Ocalan piştî biryara dadgehê serî li DMMEyê dan

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana wan bû astengkirina peywendiyê red kir, vê cara ji bo rakirina astengiyan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser twitterê tekîldarî rewşa miwekîlê xwe Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din ên li Îmraliyê li ba wî  Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî daxuyaniya da.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku di heyama koronayê de derfetên peywendiyên Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din ên li Îmraliyê Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî xirabtir bûne.

Pêştir Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî astengiyên peywendiyên ligel Ocalan û hersê miwekîlê wan ên din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn, lê dadgehê ew serlêdan bi hinceta ku “ti metirsiyeke cidî li ser jiyana wan kesan nîne” serlêdan red kir.

Li ser vê yekê parêzeran ji bo rakirina astengiyan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan.

Di daxuyaniya parêzaran de wiha hate gotin: “Têkildarî miwekîlên me biryarên li dijî hiqûqê tenê cîbicîkirin. Astengiyên danîna peywendiyan piştî koronayê dijwrtir bûne. Rewşek metirsîdar bi xwe re tîne. Ji bo tedbîrên pêwîst ên bo tendirustiyê bêne wergirtin û ji bo pywendiyan hêsankarî bê kirin me serlêdana xwe kiribû.”

Parêzer amaje dikin ku di heyama Covid-19ê de mercên miwekîlê wan girantir kirine ku di demekê de ji ber nexweşiyan zêdetir pêwîstî bi peywendiyê heye.

Parêzeran bi bîr xist ku Ocalan herî dawî 27ê Nîsana 2020an bi rêya telefonê cara yekem bi malbata xwe re axivî bû û ji wê rojê ve ti peywendiya wan çênebûye û agahî ji wî nehatine wergirtin.