Erdogan li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan gef li hilbijartinên xwecihî yên Rojavayê Kurdistanê xwar û got ku ew hilbijartinan ji nêzîk ve dişopînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Îzmîrê beşdarî Tetbîqata Leşkerî ya Efes 2024an bû.

Erdogan li wê derê axivî û di axaftina xwe de behsa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê yên 11ê Hezîranê kir.

"Ti wateya hinceta şerê DAIŞê li cem me nemaye"

Erdogan got ku eger pêwîst be ew dê li hemberî hilbijartinên ku “ji bo ewlehiya wan metirsî ne” pêngavan biavêjin û berdewam kir:

“Em çalakiyên hedefgirtina yek parçeyiya welatê me û Sûriyeyê yên bi hinceta dengdana gel ji nêzîk ve dişopînin.

Me pêştir jî polîtîkaya xwe ya derbarê vê mijarê de bi awayekî zelal eşkere kir.

Tirkiye li tenişt sînorên xwe yên başûr, li bakurê Sûriye û Îraqê bi ti awayî rê nade ku rêxistina dabeşker teroristanekê ava bike.

Me berê jî li hemberî bûyerên ji nişka ve yên bû û qediya tiştê pêwîst kir.

Eger em rûbirûyî heman rewşê bibin em dê dîsa jî tiştê pêwîst bikin.

Bila bê zanîn ku ti wateya hinceta şerê DAIŞê li cem me nemaye.

Yekane welatê hevpeymanê NATOyê yê ku li qadê mil bi mil rûbirûyî DAIŞê bûye û derbeyên giran lê dane em in.

Ji ber wê jî em baş dizanin ku bi rêya vê rêxistinê dixwazin çi bikin û li herêma me lîstikeke çawa bilîzin.

Eger mijar bibe yekparçeyiya welatê me û ewlehiya gelê me, em guh nadin kesekî û serê xwe li hemberî ti gefê natewînin.”