HDP û YSP tevî hevalbendên xwe pêvajoya hilbijartinan û rewşa piştî wê dinirxînin

 Hewlêr (Rûdaw) – Piştî bidawîbûna hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê li Tirkiyê, Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan ligel hevalbendên xwe îro li Enqerê civiyan.

Li gor agahiyan, civînê îro Sêşemê 30 Gulanê di demjimêr 10:00an de li Navenda Giştî ya HDPê ya li Enqerê dest pê kiriye.

Hevberdevkê YSPê Îbrahm Akin û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar, Hevserokên Kongreya Demokratîka Gelan (HDK), Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di civînê de amade ne.

Li gor zanyariyan, HDP û YSP tevî hevalbendên xwe di civîna îro de pêvajoya hilbijartinan dinirxînin, dê mijara kêmbûna dengên xwe di hilbijartinên vê dawiyê de gotûbûj bikin û nexşerêyekê ji bo qonaxa nû diyar bikin.

Herwiha tê gotin, di civînê de dê sedemên destnîşannekirina namzedê serokkomariyê, piştgiriya bo namzedê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, avakirina Hevpeymaniya Ked û Azadiyê û hevkariya bi endamên wê re û herwiha hevkariya bi Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) re bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê derbarê encamê de civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.