RTUKê derbarê çend kanalan de dest bi lêkolînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilinda Radyo û Televizyonan a Tirkiyê RTUK bi hinceta ku di dema hilbijatinan de pîvanên weşanê binpê kirine û li gorî qedexeyên ku ji aliyê Desteya Bilinda Hilbijartinê ve hatin ragihandin kar nekirine, derbarê 6 kanalên televizyonî de dest bi lêkolînê kir.

Desteya Bilinda Radyo û Televizyonan a Tirkiyê RTUK îro 30ê Gulanê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi belavkirina beyannameyekê ragihand, bi sedema ku di dema hilbijatinan de pîvanên weşanê binpê kirine û li gorî qedexeyên ku ji aliyê Desteya Bilinda Hilbijartinan ve hatibûn ragihandin kar nekirine, derbarê kanalên Halk TV, Tele 1, KRT, TV5, Flaş Haber û Sozcu TV de lêkolîn hatiye destpêkirin.

RTUKê diyar kiriye, tê gotin di wan kanalan de “bêrêzî û êriş li dijî xelkê çêbûne”.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Di êvara roja hilbijartinê de ku îradeya netewî derket holê, yek ji bernamegera FOX TV  Çîgdem Toker gotiye, 'Demokrasî ne tenê di sindoqan de ye.' Ji ber vê gotinê di derbarê wê weşanê bi temamî de ji aliyê pisporan ve dest bi lêkolînê hatiye kirin”.

Hilbijartinên parlamento û serokkomariya Tirkiyê di 14ê Gulana 2023an de hatin lidarxistin, lê belê ji ber ti berbijêrekî serokkomariyê piraniya 50+1ê dengan misoger nekir, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

Gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê jî di 28ê Gulanê de hat kirin û li gor encamên ku YSKê ragihandine, Recep Tayyip Erdogan bi bidestxistina zêdetir ji %52ê dengan dubare wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin.