Erdogan: Em dê Cizîr û Geverê bikin parêzgeh

Navenda Nûçeyan – Serokomarê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê barkirina parêzgariyê Colemêrg û Şirnexê got, bi saya Cizîr û Geverê dê bibin bajarên bihêztir û mezintir. 


Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di komcivîna partiya xwe de axivî û miojarên rojevê nirxandin.


Recep Tayyip Erdogan li ser parêzkirina Cizîr û Geverê de wiha got: “Tiştên me di aboriyê de kirine li gor demên berê îro qat û qat zêdetir in. Me qet negot 'Li Colemêrgê parlamanterê me tuneye, em balafirgehê çênakin.' Me ji bo Geverê û Cizîrê soza parêzgariya daye, em dê bikin parêzgeh. Em dê bajarê Colemêrgê bibine Geverê. Mesele bi tenê barkirina hin saziyan e. Mesele ev e. Şirnex û Colemêrg dê bi saya Cizîr û Geverê bibin bajarên bihêztir û mezintir."


Erdogan herwiha got: "AK Partî partiyeke şoreşger e. Tirkiyeyê guherînên herî bicesaret û bibandor di dema AK Partiyê de dîtin. Di mijara maf û azadiyan de pêngavên ku di dema me de hatine avêtin heta niha tu demê nehatine avêtin."