Li dijî Fethullah Gulen lêpirsîn hat destpêkirin

Enqere (Rûdaw) – Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi tohmeta “sîxorîkirin, avakirina pêkhateyek paralel di nav dewletê de, hewla encamdana kûdetayê li dijî hikûmetê” li dijî rêberê Cemaeta Gulen, Fethullah Gulen ku niha li Amerîkayê ye, lêpirsîn da destpêkirin.

Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirkiyê Omer Çelîk, ji televîzyona NTV ya Tirkiyê re got, serdozgeriya komarê ya Enqerê li dijî Fethullah Gulen lêpirsîn daye destpêkirin.

Lêpirsîn bi tohmeta hewla encamdana kûdetayê li dijî hikûmeta AKPê, sîxorîkirin û avakirina dewletek paralal di nav dewleta Tirkiyê de hatiye destpêkirin û dê ji aliyê dozgeriya “sûcên li dijî Destûra Bingehîn” ve were şopandin.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî, duh piştî axaftina xwe ya di civîna koma APKê de li Parlamentoya Tirkiyê, gotibû, pêvajoya hiqûqî ya radestkirina Fetuhullah Gulen dest pêkiriye.

Erdogan, ji Amerîka xwestibû, yan Gulen radestî Tirkiyê bike yan jî dersînor bike.

Tê zanîn, têkiliyên navbera AKPê bi serokatiya Erdogasn û Cemaeta Gulen bi rêbertiya Fethullah Gulen, piştî operasyonên 17ê Kanûna par ên li dijî wezîr, rayedar û berpirsên hikûmeta AKPê û bi tohmeta gendelî û bertîlxwarinê, bi yekcarî têk çû.