Li Stenbolê Îraniyek ji avahiyekê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê welatiyekî Îranî ji qata 23yan a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.

Derengiya şeva borî li taxa Saadetdereyê ya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê kesekî bi navê Amir Sadra A. yê 23 salî ku welatiyê Îranê ye ji qata 23yan a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman cenazeyê Amir Sadra A.yê 23 salî veguhest nexweşxaneyê.

Heta niha nayê zanîn ka wî kesî xwe avêtiye xwarê yan tiştekî din li pişt wê mirinê heye.

Derbarê bûyerê de ti zanyarî nehatine belavkirin.