Çanda kurdî li fûara navnetewî tê nasandin
Stenbol (Rûdaw) - Hemû bajarê Bakurê Kurdistanê bi berhem û cîhûwarên xwe yên navdar li fûara turîzmê ne.
Fûara Tûrîzmê EMİTT 21mîn car bi beşdariyeke mezin deriyên xwe li Stenbolê vekirin. Bi dehan welat û bajarên cîhanê jî standên xwe danîn. Bajarên Bakurê Kurdistanê jî, bi taybetiyên xwe bang li geştiyaran dikin. Şal û Şepika Sêrtê jî dezgehê xwe danî û li benda piştgiriyê ye.
5mîn fûara herî mezin a cîhanê ya geştiyariyê EMİTT 21mîn car li Stenbolê mazûvaniya bi dehan welat û bi bajaran dike. Hewleke mezin tê dayîn da ku sala bê ji bo geştiyariyê bibe saleke baş.
Bajarên Bakurê Kurdistanê jî bi cîhûwar û berhemên Kurdistanî li fûarêne. Amed bi bircên xwe, Îdir, Mûş, Batman û bajarên din bi balkêşiyên xwe, Colemêrg bi hingivê xwe û Şirnex bi kêştiya Nûh li li fûarêne.
Nûnerê Standa Colemêrgê Hakan Taş ji Rûdawê re wiha got: “Em weke Colemêrg bi kîlim, penêr, nan, hingiv, gûz me anîne. Lê armanca me ew e ku bêhtir xelk bête Colemêrgê. Bu geştiyariyê vekirî be. Me şer nevêtin, aştî, biratî însalix divêtin. Armanca me ya esasî ev e ku em xwe bidin naskirin.”
Pisporê Projeyan li Parêzgeha Şirnex Hazim Yucun got: “Hedefa me ewe ku em berhemên Şirnexê, Kêştiya Nûh Aleyhûselam û hingiv bidin naskirin bi dinyayê. Da ku xelk me xirab nasneke û geştiyariya Şirnexê em pêş bixin.”
Li fûarê li çar aliyê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çi reng hebin, têne nîşandan. Her bajar bi yê din re di pêşbirkekê de ye da ku geştiyaran berv bi xwe ve bikêşe.
Qumaşên şal û şapik li cîhanê di nava çend qumaşên saxlemtir û ekolojîktir de tê nîşandan. Lê mixabin nekariye ku ji sînorên navçeya Dihê ya Sêrtê dereve û bibe malê cîhanê. Sedem jî merqe û kompaniyên mezin û nebûna piştgiriyê ye.
Midûrê Navenda Perwerdahiya Gel a Sêrtê Seyfettîn Çelîk jî wiha axivî: “Di navbera van cilikan û yên fabrîqe de ev ferq heye. Ev gelekî rehettirin, Havînê hênikin, zivistanê germin. Pir rind in.”
Qumaşê şal û şepik, ji ber ku bi kedeke mezin tê honandin gelekî biha ye. Tenê caketêk bi 2 hezar lîreyê Tirkiyê (600 dolar) ye.
Hosteya Honandina Şal û Şapik Nezahat Înan jî got: “Qumaşê me tenê bi destan tê honandin û dîroka vê jî ne diyar e. Ev ji hît tê çêkirin. Sedî sed xwezayî ye. Temenê vî qumaşî gelekî dirêj e. Ev berhamî tê ji bîrkirin. Sed sal e ku honandin bi dawî hatiye. Me projeyek pêşkêşî şaredariyê kir û wan piştgiriya me kir. Em weke grûbek jin di dezgehên kevn de dihonin. Jinek rojekê 2 metreyan dihone. Dema fabrîqe vebûn qumaşê me hate ji bîrkirin.”
Vê bermahiyê bala hin zankoyan jî kişandiye lê heta niha tu projeyên baş deneketine. Şal û Şapik li Bostonê di muzexaneya qumaşên herî saxlem de jî tê nîşandan. Sêrt û Dihê, li benda piştgiriyê ne da ku ev qumaş bibe merqeyek cîhanî û ew navçejî pêş bikevin.