Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê hesabê bankê yê 62 kesan ragirt

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Darayî û Xezîneyê ya Tirkiyeyê bi hinceta fînansekirina PKKyê hesabê 62 kes û 20 weqf û komeleyan ên bankê ragirt.

Biryar ji aliyê Wezîrê Darayî û Xezîneyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ve hatiye îmzekirin.

Biryar îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.

Di biryarê de tê gotin ku ev pêkanîn di çarçoveya "Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê" ya hejmara 6415an de ye.

Li gorî rêzbenda 4emîn a xala 7emîn a qanûna bi hejmara 6415an hikmên Qanûna Dadgeha Ceza li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya pêwendîdar dikare îtiraz li biryar bê kirin.

Li gorî biryara ku îro di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin, Wezareta Darayî û Xezîneyê ya Tirkiyeyê bi hinceta fînansekirina PKKyê hesabê bankê yê 62 kes û 20 weqf û komeleyan ragirtiye yan cemidandiye.

Tê gotin ku kesên ev biryar derbarê wan de hatiye wergirtin li welatên wekî Awisturya, Belcîka, Brîtanya, Danîmarka, Fransa, Swêd, Swîsre, Japonya, Îtalya, Norwêc, Îraq, Sûriye, Almanya û Awistralyayê xebatên wan hene.