Derbarê gefa li Turkan Elçî hatî xwarin lêpirsînê dest pê kir

Navenda Nûçeyan – Polîsê li Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê erkdar yê bi navê Gencer Erkul gef li Turkan Elçî ya hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, xwariye û Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin.

Polîsê bi navê Gencer Erkul li ser hesabê xwe yê Twitterê gefa kuştinê li Turkan Elçî hevjîna Tahir Elçî, xwar. Erkul di hesabê xwe yê Twitterê de ji bo Turkan Erçil gotibû, “niha dora te ye”.

Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê di daxuyaniyeke de ragihand wan derbarê wê yekê lêpirsîn dane destpêkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê diyar kir Erkul Gencer ew hesabê li ser navê wî hatî vekirin red kiriye û gotiyê ew ne hesabê min e.

 

Duh li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li minareya dîrokî ya Amedê ya bi navê “Minareya Çar Pê” rastî êrişek çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.