Li Kirklareliyê 32 koçber hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyê 32 koçberên xelkê Sûriye, Îran û Efxanistanê hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Kirklarelî li ser agahiya ku li navçeya Kofçazê ser bi wî bajarî beşek koçberên biyanî hene, dest bi operasyonekê kirin.

Di operasyonê de 32 koçberên, xelkê Sûriye, Îran û Afxansitanê hatin destserkirin. Herwiha kesek jî bi tohmeta qeçaxçîtiya koçberan hat destserkirin. Hat ragihandin koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî bo Navenda Koç û Koçberan hatine şandin.

Tirkiye bûye welatekî sereke ji bo derbasbûna koçberên beşek ji welatên Rojhilata Navîn bi rêyên deryayî  bo welatên Ewropayê, lê rojane hejamreke zêde ya wan li wî welatî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên desteserkirin.

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiye ku 20ê Cotmeha 2022ê belav kirine, îsal bi giştî hejmara wan koçberên li Tirkiyê hatine destserkirin û dersînorkirin gihiştiye 92 hezar kesan û niha 18 hezar koçber jî li Navendên Vegerandina Koç û Koçberan in.