Li Parlamentoya Tirkiyeyê kartvîzîtên bi zimanê Tirkî bê pere lê yên bi Kurdî bi pere ne

Hewlêr (Rûdaw) - Çapxaneya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çapkirina kartvîzîtên parlamentera YSPyê yên bi Kurdî bi hinceta ku zimanekî biyanî ye daxwaza pere kir.

Heman kartvîzît bi zimanê Tirkî bê pere ji bo parlamenteran tên çapkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Dêrsimê Ayten Kordu li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Ew bi vê helwestê bixwe di nav nakokiyê de ne.

Di demekê de ku Kurdî di girtenameyan de wek zimanê nayê zanîn derbas dibe.

Dema em ji bo kartvîzîtên Kurdî serlêdanê dikin miameleya zimanek biyanî bi Kurdî re dikin û daxwaza pere ji me dikin.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Dêrsimê Ayten Kordu 12ê Tîrmeha bi rêya online ji çapxaneya Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza hejmarek kartvîzîtên ku nav û paşnavê wê li ser hatibûn nivîsîn kir.

Kordu daxwaza kartvîzîtên bi zimanê Tirkî di demjimêr 11:00an de kir û demjimêr 15:57an li ser vê daxwaza xwe bersiveke erênî wergirt.

Parlamentera YSPyê rojek piştî wê di demjimêr 12:00an de daxwaza hezar kartvîzîtên bi zimanê Kurdî jî kir lê çapxaneya Parlamentoya Tirkiyeyê ev daxwaza wê red kir.

Çapxaneyê diyar kir ku zimanê Kurdî zimanekî biyanî ye û ji bo çapkirina 300 kartvîzîtên bi zimanê Kurdî daxwaza 255 lîreyên Tirkî kir.

Çapxane kartvîzîtên bi zimanê Tirkî bê pere çap dike

Di demekê de ku heman çapxane kartvîzîtên parlamenteran ên bi zimanê Tirkî bê pere çap dike.

Ayten Kordu li ser vê yekê 4ê Tebaxê li ser mijarê pêşniyarpirsek ji Serokatiya Parlamentoyê re şand.

Parlamentoyê jî di bersiva xwe de ev rewş wek tiştekî asayî û li gorî yasayan dît û destnîşan kir ku eger pere bê dayîn dê daxwaza kartvîzîtên bi zimanê Kurdî bê bicihanîn.

Parlamnetera YSPyê Ayten Kordu îro li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Kordu amaje bi wê yekê da ku çapxaneya Parlamentoya Tirkiyeyê heta 10 hezar kartvîzîtan bê pere ji parlamenteran re çap dike û got:

“Me jî xwest bi 2 zimanan bi dûalî bi zimanê Tirkî û zaravayê Kirmanckî (Zazakî) yê Kurdî kartvîzîtan çap bikin.

Demeke dirêj bersiv nedan me. Piştre me jî daxwaza bersivê ji wan kir.

Me got eger hûn çap nakin wê demê çima bersiv nadin, îro bersiv hat.

Gotine tenê bi zimanê Tirkî beşeke kartvîzîtan bê beramber in. Eger hûn bi du zimanan dualî çêbikin hûn dê heqê wan bidin.”

“Miameleya zimanekî biyanî bi Kurdî re dikin”

Ayten Kordu destnîşan kir ku çapxeneya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çapkirina kartvîzîtên bi zimanên biyanî pereyan distîne û wê çapxaneyê heman helwesta li hember zimanên biyanî nîşanî Kurdî jî daye û got:

“Gotin hûn ji bo Kurdî li gor mewzuatê tenê dikarin bi pere kartvîzîtan çap bikin. Ew bi vê helwesta xwe , bi xwe di nav nakokiyê de ne.

Di demekê de ku Kurdî di girtenameyan de wek zimanê nayê zanîn derbas dibe, dema em ji bo kartvîzîtên Kurdî serlêdanê dikin. ew Kurdî dixe statûya zimanekî biyanî

Miameleya zimanekî biyanî bi Kurdî re dikin û daxwaza pere ji me dikin. Helwesteke wiha heye.”

“Kurdî yek ji meseleyên me yên bingehîn e”

Parlamentara YSPyê ya Dêrsimê di berdewamiya axaftina xwe de karvedanên li hemberî vê helwesta Parlamentoya Tirkiyeyê ya li dijî zimanê Kurdî nîşan da û got:

“Kurdî yek ji meseleyên me yên bingehîn e. Li vî welatî mirov dikarin bi zimanên cûda biaxivin.

Ev mafek e û divê ev maf di warê hiquqê û destûrê de bên naskirin. Li vî welatî bi milyonan Kurd dijîn.

Kesên bi Kirmanckî û Kurmancî diaxivin hene. Kesên bi zimanên cûda diaxivin hene.

Wek Laz û Ermen, di serî de Kurd her mirov û welatiyekî me û aliyê ku daxwaza zimanê dayikê bike divê daxwaza wan li gor yasa û destûrê bê bicihanîn.

Divê miameleyeke wekhev li hemberî hemûyan bê nîşandan. Têkoşîna me li ser vê yekê ye û em dê li ser  vê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 15 milyon Kurd dijîn lê di sîstema rêveberî û perwerde ya Tirkiyeyê de, Tirkî take zimanê fermî ye.

Zimanê Kurdî heta niha jî du girtenameyên parlamentoyê de wek “zimanê ku nayê zanîn” derbas dibe.

Gelek caran dema parlamenterên Kurd li parlamentoyê bi Kurdî diaxivin axaftinên wan tên qutkirin.

Perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayekî fermî hatiye qedexekirin.

Vê qedexeyê bandoreke zêde li zarokên Kurd kiriye.

Her çiqasî ji sala 2012yan ve, zimanê Kurdî wek dersa bijarde ji bo polên 5-6-7 û 8an li dibistanan tê xwendin lê ji ber sedemên cuda pêvajo ne bi awayê fermî be jî, di pratîkê de rawestiyaye.

Ji bo sala xwendinê ya 2023-2024an, mîlyonek û 201 hezar û 138 mamoste hatin erkdarkirin, ji wan tenê 132 mamoste mamosteyên zimanê Kurdî bûn.