Tirkiyeyê 800 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê doh 800 koçberên Sûriyeyî bi rêya deriyên sînorî yên Bab el-Hewa û Girê Sipiyê dersînorî Sûriyeyê kirin.

Deriyê Bab el-Hewayê li bakurê Îdlibê ye û Deriyê Girê Sipiyê jî li bakurê Reqayê ye.

Li gorî ofîsên van her du deriyan, Tirkiyeyê doh 800 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin.

Ofîsan ragihand ku hêzên Tirkiyeyê piştre ew radestî grûpên çekdar ên li her du herêman kirine.

Li gor ofîsa Deriyê Girê Sipiyê, Tirkiyeyê 170 koçberên Sûriyeyî bi rêya wan re dersînor kirine.

Herwiha ofîsa Deriyê Bab el-Hewayê jî ragihand Tirkiyeyê 395 koçberên Sûriyeyî bi rêya wan radestî Tehrîr el-Şamê kirine.

Tirkiyeyê ji destpêka îlonê ve, zêdeyî 7 hezar koçberên Sûriyeyî bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Sipiyê dersînor kirine.