Li Enqereyê di avahiyekê de teqîn çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mamakê ya Enqereyê di apartmaneke 6 qatî de ji ber gaza siruştî teqîn çêbû.

Di encama teqînê de Fatma Koseya 68 salî mir.

Li gorî agahiyan, li Taxa Kuçuk Kayaşê ji apartmaneke li ser Kuçeya 1856an, derdora saet 07:10an dengê teqînê hat bihîstin.

Li ser îxbara kesên li derdorê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Ekîban tedbîrên ewlehiyê wergitin û herwiha tîmên agirvemirandinê jî midaxeleyî şewatê kir.

Hat tesbîtkirin ku Fatma Kose li mala ku teqîn lê çêbû miriye.

Bi bandora teqînê, di avahiyên derdorê de xesar çêbû û şêniyên hin daîreyan ji malên xwe hatin derxistin.

Tîm lêkolînên xwe yên li wê avahiyê didomînin.

Di daxuyaniya Parêzagariya Enqereyê de hat ragihandin ku teqîn ji ber gaza siruştî çêbûye û kesek miriye.