Li Muglayê welatiyekî biyanî mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Fethiye ser bi parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê, welatiyekî biyanî mirî û yek jî bi birîndarî hat dîtin.

Li Taxa Oludeniz a Fethiye welatiyan li nav rê du kesên dirêjkirî dîtin û tîmên tendirustiyê û hêzên cendirme agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Di pişkînînên tîmên tendirustiyê de diyar bû, ku welatiyekî biyanî ku heta niha nasnameya wî nehatiye diyarkirin canê xwe jidest daye.

Herwiha David James Warrenê 72 salî jî bi birîndarî bo nexweşxaneyeke taybet a li Fethiyeyê hat veguhestin.

Ji bo tespîtkirina sedema mirin û birîndarbûna welatiyên biyanî derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hêzên cendirme dest bi lêkolînên kamerayên ewlehiyê kirin.