Li Stenbolê dikanek hate gulebarankirin: 2 kuştî, 1 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Guzelyurtê ya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê doh bi şev hinek kesên ku nasmayên wan nehatine eşkerikirin, êrîşî dikanekê kir.

Di êrîşê de kesên bi navên Batuhan Bayindir û Yunus Emre Erzen canê xwe ji dest da.

Herwiha welatiyê bi navê Yusuf Erzen jî bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin êrîşkar ji cihê bûyerê bi otomobîlê reviyane.

Li ser agahdarkirinê polîs hatine cihê bûyerê û wan derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku berî çend mehan jî heman cih hatiye gulebarankirin.