Diyadîn Firat: CHP dû dil e ku Kurd rojekê bibin xwedî statu

Enqere (Rûdaw) – CHP hewl dide çareseriya Pirsa Kurd bibe nav parlamentoya Tirkiyê û di nav çarçoveya destûreke nû de ew pirs bê çareserkirin, û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ew dê raporta xwe ya derbarê Pirsa Kurd de li gor pêwîstiyên nû biguherînin. Lê HDP jî dibêje, CHP bi tenê nikare Pirsa Kurd li Tirkiyê çareser bike.

  

Partiya Komarî ya Gel CHP civîna bi şaredarên xwe re temam kir û piştî civînê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragehand, ku ew dê raporên xwe yên di derbarê Pirsa Kurd de biguherin.

 

Partiya Komarî ya Gel CHP rojên 25, 26 û 27ê vê mehê li bajarê Afyonê kampek ji bo şaredarên xwe encam da û tê de 252 şaredarên CHP amade bûn. CHP niha amadekariyan dike ku di destpêka meha Cotmeha îsal de parlamenterên xwe jî bicîvîne û kampeke sê rojî ji parlementerên xwe re encam bide.

 

Di wê kampa xwe de, CHPyî dê gotûbêjan li ser nexşerêyên xwe bikin. Aliyên Kurd jî dibêjin, berpirsyariyên CHPê hene û lazim e ku CHP di derbarê Pirsa Kurd de xwedî helwesteke zelaltir be.

 

Beriya kampa parlamenterên CHPê, pêşbînî tê kirin ku CHP li ser çareseriya Pirsa Kurd jî peyameke cuda ji peyamên xwe yên heta niha bide.

 

Alikarê Serokê CHPê, Oguz Kaan Salicî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ji bo çareseriya meseleya kurdan xebatek kir. lê bi serkevtî nebû. Me wê demê jî di got; bêyî îrade û erka parlementoyê çi rêyên çareseriyê nîne. Projeyeke ku li parlamentoyê nehatibe gotûbêjkirin û hemû aliyên siyasî tê de beşdar nebin ti caran biserkevtî nabe.”

 

Di nava CHPê de li ser mijarê yekdengî nîne, ji ber ku hinek aliyên kemalîst di nav CHPê de xwe ji pirsa Kurd dûr digirin.

 

Alîkarê Serokê CHPê, Gursel Tekîn jî di wê baweriyê de ye, ku kêşeyên kurdan dê di çarçoweyê destûra nû ya Tirkiyê de bêne çareserkirin.

 

Gursel Tekîn ji Rûdawê re got: “Weke CHP em dizanin pêştir berpirsiyariya me hebû lê niha piştî helbijartinan berpirsiyarên me zêdetir bûne. Rojên pêşiya me di çarçoweya makezagoneke nû de em dê meselê gotûbêj bikin, Tirkiyê pêwîstî bi makezagoneke nû heye û lazime em hiqûqa biratiyê bihêz bikin.”

 

Di helbijartinên Stenbolê de rêjeyek zêde ya alîgirên HDPê piştgiriya kandîdê CHPê kirin, tevî vê yekê jî HDP ne di wê baweriyê de ye, ku CHP bikare kêşeyên kurdan çareser bike.

 

Endamê HDPê, Dîyadin Firat li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir: “CHP bi şik û goman li meselê dinêre. Metirsî li ser CHPê heye, Metirsiya dewleta kûr, metirisiya İtîat û terakî, metirsiya nijadperestiyê li ser heye, CHP ditirse ku Kurd rojekê bibin xwedî statû. Ev jî xeta sor e ji bo wan.”

 

Serokê CHPê, Kemal Kilicdaroglu herî dawî di daxayuaniya xwe de amaje bi mijarê kir û got, “me di derbarê Pirsa Kurd de raporek bi navê bîst pirs û bîst bersiv heye, em dê rapora xwe li gorî pêwîstiyan nû bikin.”