4 navçeyên ku Erdogan zêdetirî ji %90ê dengan wergirtiye

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihandine, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li 4 navçeyan zêdetirî ji %90î dengan bi dest xistiye.

Duh gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê hat lidarxistin ku rikeberî di navbera berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan de bû.

Encamên nefermî yên gera duyem a hilbijartina serokkomariyê hatin eşkerekirin. Li gor encamên ku YSKê belav kirine, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan di hilbijartina duh de ji sedî 52,16ê dengan wergirtiye û wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin.

Li gor amarên YSK, Erdogan li 4 navçeyan zêdetir ji sedî 90ê dengan misoger kiriye.

Parêzgeh û navçeyên ku Erdogan herî zêde li wan deran deng bi dest xistine, hatin aşkerekirin.

Di hilbijartina duh 28ê Gulanê de, Erdogan li 4 navçeyên ser bi parêzgehên Sêwas, Çankirî, Bolu û Trabzonê dengên herî zêde wergirtine û zêdetir ji %90ê dengan bi dest xistiye.

Li gor zanyariyan, ev çar navçeyên ku Erdogan herî zêde lê deng wergirtine, wiha ne:

Li parêzgeha Çankiriyê navçeya Yapraklî (%90,32)

Li parêzgeha Boluyê navçeya Dortdîvanê (%90,16)

Li parêzgeha Sêwasê navçeya Wêranşarê (%92,63)

Li parêzgeha Trabzonê navçeya Hayratê (90,66)