YSKê li ser encamên fermî yên hilbijartina parlamentoyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener îro 29ê Gulanê ragihand ku encamên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Tirkiyê îro yan sibe tên eşkerekirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê 14ê Gulana 2023ê hatibûn kirin, lê tevî ku 15 roj di ser re derbas bûne heta niha encamên fermî nehatine ragihandin.

Serokê YSKê Ahmet Yener dibêje, eger heye îro yan sibe encamên fermî eşkere bikin.

Yener li ser pirsa rojnamevanan got: “Piştî dosyayên ku li ser îtirazên awarte (ne asayî) hatine îro bên nirxandin, pêkan e mirov tiştekî bêje. Em bêjin îro yan sibe.”

Gera duyem a hilbijartina serokkomariyê jî 28ê Gulanê hat kirin û Li gor encamên ku YSKê ragihandine, Erdogan ji sedî 52,16ê dengan û Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,84 dengan wergirtine.

Bi vî awayî di gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan biserket û careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin.