HDPê ji bo Doza Kobanî banga piştevaniyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Umît Dede ji bo rûniştina sibe ya Doza Kobanî banga piştevaniyê kir, ku hejmareke siyestmedarên HDPê ji wê dozê tên darizandin û got: “Em li dijî jinabvbirina hiqûqê banga xwedî derketin û têkoşînê li herkesê dikin.”

Sibe 30ê Gulana 2022ê 13emîn rûniştina doza Kobanî li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê birêve diçe ku 108 endam û alîgirên HDPê di wê dozê de tên darizandin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Umît Dede îro 29ê Gulana 2022ê li avahiya giştî ya partiya xwe derbarê Doza Kobanî de civîneke çapemeniyê saz kir.   

Umît Dede amaje wê yekê da ku desthilat piştî  biryarên derbarê Doza Geziyê, Osman Kavala û Canaan Kaftancioglu de niha jî dixwaze di Doza Kobanî de jî biryarekê bide û bi vî rengî hilbijartinan bide destpêkirin û got: “Desthilata siyasî bi rêya daraza ku di bin bandora wê de ye hewil dide siyasetê dîzayn bike. Hevalên me yên tên darizandin, parêzer û em wek HDP,  me li dijî hemû bê hiqûqiyên heta niha çawa li ber xwe dabe û têkoşîn kiribe,  em dê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Dede ji bo piştevanî û xwedî derketina li wê dozê jî bang li aliyan kir û got: “Em li dijî jinavbirina hiqûqê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike, banga têkoşînê li herkesê dikin û banga xwedî derketinê li hevalên me yên ku vê têkoşînê birîvedibin û di dozê de tên darizandin, dikin.”

Di Doza Kobanî de 12ê Nîsana 2022ê 13 parêzgehan rêveberên şaredariyê jî di nav de bo 91 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 48 kes hatibûn desteserkirin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, korîdoreke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê di ser sînorên Tirkiyê re were rawestandin.

Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza Bûyerên Kobaniyê de ligel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.