Erdogan: Li bakurê Sûriyê biçûktirîn gef dijî Tirkiye bê dîtin em dê bi dijwarî bersiv bidin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan di vegera serdana xwe ya Azerbeycanê de ji rojnamevanan re axifî û derbarê pêşveçûnên dawî yên navxwe, navçe û herêmî û egera operasyona bo ser Rojavayê Kurdistanê de got: "Amerîka û hevpeymanên wê li bakurê Sûriyê piştgiriya rêxistinên terorîst dikin." Erdogan got “Heta ku Tayyip Erdogan li ser Komar Tirkiyê be, welatên ku piştgiriya terorê dikin bê guman em nikarin ji ketina wan a NATOyê re bibêjin 'erê'.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dema ji serdana xwe ya Azerbaycanê vegeriya, di balafirê de ji rojnamevanan re nirxandinan kir û bersiva pirsan da.
Li ser pirsa “Demek berê şanda Swêd û Fînlandayê li Tirkiyê bû û danûstandin hatin kirin. Di hevdîtinan de fikarên Tirkiyeyê hatin çareserkirin? Li aliyê din tê çaverêkirin ku aliyên din ji bo radestkirina terorîstan gavekê bavêjin?” wiha bersiv da:
“Mixabin hevdîtinên ku şanda me bi şanda Fînlanda û Swêdê re kirin ne di asta ku dihat hêvîkirin de bû. Hêviyên wan hene, lê di derbarê Tirkiyê de gavên pêwîst neavêtin û di dema me hevditinan dikir hê jî terorîstan li kolanên Stockholma Swêdê digerînin û bi polîsên xwe ewlekariya wan dikin.
Bi rastî jî êvara roja ku wan civîn li dar xistibûn, terorîstê bi navê Salih Muslim di televizyona dewletê ya Swêdê de dan axaftin, her cure neheqî li me kirin, di derbarê mijara F16 û hwd de helwest û nêzîkatiyên xwe yên neyînî didomînin. Ew ne rast in, samîmî nînin. Di rêxistineke ewlehiyê NATO de di derbarê welatên ku terorîstên wiha hembêz dikin û di paşila xwe de didin xwedîkirin, em nikarin xeletiyên berê hatine kirin dubare bikin. Ew çi bû?
Bi taybetî Yunan berê ji NATOyê derketibû, rêveberiya Tirkiyê wê demê rê li ber Yunanistanê vekir ku ji nû ve bikeve NATOyê. Yunanê jî heman tişt digot, digot dê tiştek nebe. Binêrin, niha Yunan 400 milyar euro deyndarê Ewropayê ye, zêdetir e ne kêm e. Niha 5+4, ango 9 baregehên Amerîkayê li Yunanê hene. Îcar ev baregeh li hemberî kê tên avakirin, çima ev baregeh li wir in? Tişta ki dibêjin li hemberî Rûsyayê ye. Derew e.”
“Ez ê bi Rûsya û Ukraynayê re hevdîtinê bikim”
Herwiha li ser pirsa “Bi dîtina we daxwaz û pêvajoya Swêd û Fînlandayê ji bo endambûna NATOyê bandoreke çawa li hêviyên ji bo bidawîhatin şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bike?” jî Erdogan wiha got:
“Helbet beriya her tiştî Rûsya bi erênî li van tiştan nanêre. Bi taybetî mijara Fînlandiyayê ji bo Rûsyayê ne rihetî ye. Çima? Ji ber ku sînor in. Ji ber ku welatê sînor e bi germî li ketina Fînlandayê bo NATOyê nanêre. Di rastiyê de, Rûsyayê ji bo ketina ti welatên Skandînavyayê di nava NATOyê de bi germê lê nanêre. Tişta ku di dilê me de ye ev e ku ev şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de di zûtirîn dem de bi aştiyê bidawî bibe, lê dixuye ku ev yek roj bi roj bi awayekî neyînîtir berdewam dike. Roja Duşemê, ez dê bi Rûsya û Ukrayna re bi têlefonê re têkilî bikim. Em ê teşwîqkirina aliyan bikin ku kanalên diyalog û dîplomasiyê bimeşînin.”
Egera Operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê
Di derbarê pirsa egera operasyoneke li dijî Rojavayê Kurdistanê “Di demeke ku şerê Rûsya û Ukraynayê dewam dike, bi gotina we ya “Dibe ku operasyoneke nû çêbibe” her kesî berê xwe da Sûriyê. Berê jî li vê herêmê 4 operasyonên serkeftî hatibûn lidarxistin. Ya rastî ew herêmeke naskirî ye. Dema Operasyonê nêz e? Dema mirov li herêma operasyonê dinêrin, li ser sînorê me yê başûr nuqteyên terorê yên cidî hene. Ev jî cihê meraqê ye ku herêma ewle ya nû ji bo van xalan dê li ku be. Di heman demê de, hûn dikarin bêjin ku ev operasyon ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûriyê dibe diyarker?” erdogan bi vî rengî bersiv da :
“Helbet ne pêkan e ku em êrîşeke herî biçûk a li dijî Tirkiyeyê ji Bakurê Sûriyeyê bê bersiv bihêlin. Li bakurê Sûriyeyê nuqteyên hin rêxistinên terorê hene. Ev xalên sereke li hemû wan herêman ji bakur-rojhilat heta bakur-rojavayê Sûriyê hene. Lê mixabin hemû hêzên koalîsyonê bi taybetî jî DYA çek, alav, amûr û cebilxaneyên cidî didin van rêxistinên terorê û heta niha jî berdewam dikin.
Amerîkayê bi hezaran barhilgiran van alîkariyan dan. Dide kê? Dide rêxistinên terorê PKK, YPG, PYDê. Alîkariyê da van teva, hê jî berdewam dikin. Heta li herêmê rahênanê jî dide wan. niha ev rastî li holê bin, dibe ku em ji nedîtî ve bên? Çawa ku li Bakurê Iraqê operasyonên me li dijî PKK’ê û têjikên wê hene, Heman rewş ji bo Sûriyê jî derbasdartir e, giringtir e.
Wek ku ez her tim dibêjim, şevekê ji nişka ve em ê dakevin ser wan jî, em mecbûr in derkevin jî? Em dê berdêla şehîdên xwe bi wan nedin dayîn? Di nava du rojan de me karê derdora 30 terorîstan qedand. Li gel ên li bakurê Iraqê me niha zêdetirî 100 terorîst bêbandor kirine. Ev pêvajo dê berdewam bike, em nikarin rawestin. Em ê terorê û terorîstan ji holê rakin”