Li Stenbolê mafê dengdanê yê 11.3 milyon kesan heye

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Stenbolê li ser asta Tirkiyê bajarê yekem e ji aliyê hejmara zêde ya dengderan ve, li Stenbolê jî taxa Adnan Kahvecî yekem e û zêdetirî 70 hezar kesan mafê dengdanê li wê taxê heye. Di hilbijartinên Tirkiyê de li Stenbolê, 11 milyon û 350 hezar û 971 kesan mafê denganê heye ku dike ji sedî 18ê tevahiya dengderên Bakurê Kurdisttan û Tirkiyê ye. Li gor hilbijartinên 2018an, îsal 777 hezar û 428 dengder li Stenbolê zêde bûne.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ku di hejmara dengderan de yekem bajar e, taxa Adnan Kahvecî ya li navçeya wê ya Beylukduzuyê jî li ser asta Stenbolê di hejmara dengderan de yekem e. Zêdeyî 70 hezar kesan li taxê vê mafê dengdanê heye û sal bi sal ew hejmar zêde dibe. Seyhan Topaloglu muxtara taxê ye û bi nêzîkbûna hilbijartinan van rojan karê wê zêde bûye.

Muxtara Taxa Adnan Kahvecî Seyhan Topaloglu anî ziman, “Em taxek in ku di warê hejamara  niştecihiyan de li ser asta Tirkiyê dûyem û li Stenbolê jî yekem in. Niha nêzîkî 72 hezar dengderên me hene. Derdora 114 hezar niştecihiyên me hene. Weke hûn dibînin li aliyê paş, me lîsteyên xwe yên dengderan wek dibistan dabeşkirine. 9 dibistanên me hene. Min di sala 2014an de dest bi muxtariyê kir. Hejmara dengderan wê demê 49 hezar bû. Niha em gihîştine hejmareke gelekî zêde.”

Îlhan Haner jî azayê muxtarê taxa Tahtakale ye li navçeya Avcilar a Stenbolê. Di hilbijartinan de karê wî û muxtarê taxê asan e. Ji ber ku hejmara herî kêm a dengderan li taxa wan in û vê hilbijartinê jî ew hejmar bi rêjeyek diyar kêm bûye.

Muxtarê Gundê Tahtakale Îlhan Haner got, “Em gelekî rehet in. Ji ber ku tenê 14 dengderên me hene. Me kaxizên dengderan jî gihandine dengderên xwe. Me sûd ji teknolojiyê wergirt û li ser Whatsabê ji wan re şandin .hilbijartinên borî  16 dengder bûn. Kesekî navnîşana xwe guhert û kesekê jî wefat kir. Ji ber wê hejmara dengderan bo 14an daket.”

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji derdora 16 milyon niştecihiyên Stenbolê, 11 milyon û 350 hezar û 971 kesan mafê denganê heye. Ev jî ji sedî 18ê tevahiya dengderên Bakurê Kurdisttan û Tirkiyê ye. Li gor hilbijartinên sala 2018an îsal hejmara dengderên wê 777 hezar û 428 kes zêde bûne. Ji 191 hezar û 884 sindoqên li navxwe û derveyî Tirkiyê 30 hezar û 802 ji wan bo dengderên  Stenbolê tên danîn.

Ji bo hilbijartinên Parlamenterî û Serokkomariyê yên Tirkiyê 15 roj mane.

Stenbol jî di yekalîkirina encamên hilbijartinan de xwedî bandorek girîng e û gelek caran siyasiyên Tirkiyê dibêjin kî Stenbolê bidest bixe, desthilata wî mîsoger e.