Serdozgeriya Komarê ya Enqerê biryara desteserkirina 54 kesan da

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê 54 kesan de biryara desteserkirinê da û navend Enqere li 15 parêzgehan operasyoneke hevdem hat destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di çarçoveya lêpirsîna îfadeyên gumanbaran de bi hinceta alîkariya PKKê derbarê 49 kesan û bi îdîaya fînanseya Cemaeta Gulen jî derbarê 5 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û bi vê armancê li 15 parêzgehan operasyoneke hedem hat destpêkirin û heta niha 24 kes hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan di encama operasyonê de bi hinceta alîkariya PKKê 20 rêveberên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û alîgirên HDP û DBPê hatine desteserkirin.