RTUKê heta roja hilbijartinan reklamên siyasî qedexe kirin
Hewlêr (Rûdaw) - RTUKê ragihand ku ji îşev demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina reklamên siyasî li ser televîzyonan qedexe ne.
Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja Yekşemê 31ê Adara 2024an ji bo hilbijartinên xwecihî diçin ser sindoqan.
Di hilbijartinan de serokên şaredariyên bajarên mezin û bajaran, endamên encûmena şaredariyan, muxtar û endamên desteya rîspiyan tên hilbijartin.
Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (RTUK) ragihand ku ji ber hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê îşev ji demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina reklamên siyasî li ser televîzyonan hatine qedexekirin.
Serokê RTUKê Ebubekîr Şahîn li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:
“Dostên me yên binirx ên weşanger di çarçoveya biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan de îro demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina reklamên siyasî qedexe ne.
Herwiha ew saziyên medyayî yên xizmetê didin dikarin heta sibe demjimêr 18:00an çalakiyên propagandayê yên devkî, nivîskî û bi dîmen ên berbijêr û partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinan dibin, biweşînin.”