Dewlemendên Rûs li Tirkiye dest bi kirîna xaniyan kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî cezayên ku ji aliyê gelek welatan ve li ser Rûsyayê hatîn sepandin dewlemendên Rûsya dixwazin pereyê xwe li welatên din bixin kar yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

Li gor Reuters belav kirî, dewlemendên Rûsya li Tirkiye û Dubai dest bi kirîna mal û milkan kirine û di transfera dirav de pereyê pêşin, zêr û kripto bikartînin.

Şirîkê kompanya Golden Sign Gul ku 5-6 ofîsên xwe yê kirîn û firotina milk û xaniyan li Stenbol hene dibêje, di nava rojên dawî de ji her 10 kiryarên me 7 jê Rûs in.

Herwiha Gul dibêje “Heftiyek -10 roj in firotina xaniyan gelek zêde bûye. Rojane em 7-8 xaniyan difiroşin Rûsan ev hêjmar ne kême.”

Di sala derbasbûyî de li Tirkiye kesên ku mal kirîn herî zêde welatiyên Îran û Iraq bûn, niha welatiyên Rûsya ketine rêza sêyem.