Abdullah Gul: Bilindkirina alayê yekîtiya netewî tehdîd dike

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê de got, ew yek ji bo yekîtiya neteweyî û pekvejiyana turkmen, ereb û kurdan dibe metirsî.


Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser sazî û dezgehên Kerkûkê de daxuyanî da.


Abdullah Gul li hemberî li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê  derket û got: “Bilindkirina alaya Birêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê li kêleka alaya Iraqê li Kerkûkê, yekîtiya neteweyî û pekvejiyana turkmen, ereb û kurdan tehdîd dike."

 

​Li gorî îdiayên Gul bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê destûra bingehîn a Iraqê binpê dike.