DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê danîna qeyûman protesto kir

Parlamentoya Tirkiyeyê /Wêne: Ji vîdeoya ANKAyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê danîna qeyûm a li Şaredariya Sêrtê protesto kir.

Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaşa ku doh bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, îro ji kar hat dûrxistin.

Li şûna wê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî qeyûm hat danîn û ev yek bû sedema nerazîbûna DEM Partiyê.

Parlamenterên DEM Partiyê di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de bi çepikan û lêdana li maseyan danîna qeyûm protesto kir.

Ji ber vê yekê Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adan neçar ma navber bide rûniştina li parlamentoyê.

Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hincetên cûda li 8 şaredariyên DEM Partiyê û 2 şaredariyên CHPê qeyûm hatine danîn.