Pervîn Buldanê ew îdiayên li ser Ocalan red kirin

Pervîn Buldan û Abdullah Ocalan / Wêne: Rûdaw Grafîk

Hewlêr (Rûdaw) - Pervîn Buldanê da zanîn ku îdiayên Velî Toprak ên li ser Abdullah Ocalan, “Bi temamî derew in.”

Berpirsê Sozcu TVyê yê Parlamentoyê Velî Toprak beşdarî weşanê bûbû û gotibû ku Ocalan bi “saziyekê dewletê” re hevdîtin kiriye.

Angaştên Velî Toprak

Velî Toprak îdia kiribû ku Ocalan ji wê saziya dewletê re gotiye:

“Ez dixwazim ji dewleta xwe re xizmeta herî dawî bikim. Ez dê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bikim hedef.

Ez dê kesên ku çekan daneynin xayîn îlan bikin. Li gorî min destkeftiyên Kurdan ên li Tirkiyeyê bes in.”

“Ev nûçe ji binî derew e”

Pervîn Buldana ku di nav şandeya Îmraliyê de ye bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir, “Ev nûçe ji binî derew e” û anî zimên:

“Hemû îdîa û gotinên di vê nûçeyê de derew in.

We prensîbên nûçegihaniyê jî bin pê kirine.

Belavkirina ew qas agahiyên derew û şaş ên li ser vê mijara jiyanî ne li gorî giringiya mijarê ye.

Kurt û Kurmancî ev nûçe ji binî derew e.”