Otobusa rêwiyan wergeriya: 4 mirî, 24 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pinarbaşi ser bi bajarê Kayserî yê Tirkiyê ve otobûsa rêwiyan wergeriya û di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, berê sibeha îro Yekşemê 29ê Çileya 2023ê li ser rêya Kayserî-Meletî qewimî.

Otobûsa ku ji parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ve diçû, li ser rêya Meletî-Kayserî nêzîkê Esenkoyê wergeriya. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstî, agirvemirandin, berevaniya şaristanî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di bûyerê de 3 kes li cihê bûyerê û kesekî din jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Hat ragihandin ku li nexweşxaneyê dermankirina 24 kesên din berdewam e û rewşa sisiyan ji wan giran e.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, şofêrê otobûsê hatiye desteserkirin.