Akşener û Kiliçdaroglu civiyan: Berbijêrê serokkomar di rojevê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Berî civîna 5ê Çileya 20223an a serokên 6 partiyên opozîsyonê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener civînek pêkanîn.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener duh roja Sêşemê 27ê Kanûna 2022an  li xwarinegeheke şaredariya navçeya Çankaya ya Enqerê bo şîvê civiyan. Civîn dûr ji çavê kamerayan hat kirin.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne di civînê de  li ser berbijêrê opozîsyonê bo postê Serokkomariyê di hilbijartinên bê yên Tirkiyê de gotûbêj hatine kirin.

Ev civîn di demekê de ye ku serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ku weke maseya 6 partiyan jî tê binavkirin û di hilbijartinên bê de hevahangiyê dikin, roja Pêncşemê  5ê Çileya 2023an careke din dicivin. Ew civîn bi mêhavandariya Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li navenda giştî ya partiya wî tê kirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal beşdarî civînê dibin.

Lê her 6 partiyan  heta niha li ser berbijêrekî hevbeş ê Serokkomariyê lihevnekirine û di vê mijarê de neyekalînekirine  û tê çaverêkirin ku di vê civînê de jî li ser berbijêrê postê serokkomariyê gotûbêj bêne kirin.  

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu heta niha gelek caran gotiye ku ew dikare bo postê serokkomariya Tirkiyê bibe berbijêrê opozîsyonê. Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi germî li vê daxwaza Kiliçdaroglu nanêre, lê heta niha çendîn car di daxuyaniyên xwe de gotiye eger Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Enqerê Mansur Yavaş an Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku herdû jî şaredarên CHPê ne bibin berbijêr ew dê piştevaniya herduyan jî bike.

Lê partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sêyemîn firaksiyona herî mezin e di parlamanetoya Tirkiyê de, piraniay dengdêrên wê Kurd in û derdora ji sedî 12 dengên wê hene, ne di nav hevahengiya 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê de ye. Li ser berbijêrê postê serokkomar jî HDPê mercên xwe hene û berpirsên wê dibêjin eger mercên wan neyên cîbîcîkirin û ligel partiyên opozîsyonê li ser yek berbijêr lihev nekin, ew dê bi berbijêrê xwe beşdariyê di hilbijartinên bê yên serokkomariya Tirkiyê de bikin.