Serokê HAK-PARê: Gelê Kurd dê cardin rabe ser piyan

Enqere (Rûdaw) - Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refik Karakoç ragihand, ku di sala 2017an de him li Tirkiyê û him jî li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan geşedanên baş neqewimîne, lê belê gelê Kurd dê cardin rabe ser piyan.

 

Refik Karakoç amaje bi wê yekê kir, ku di sala 2017an de ji bo Kurdan, ne li Tirkiyê û ne jî Rojhilata Navîn geşedaneke baş neqewimî û got: “Hûn dizanin li Komara Tirkiyê îro em di bin Rewşa Awarte de ne. Çi qas çalakî, çi qas dengên muxalif hene, hemû ketin bin bandora Rewşa Awarte.”

 

Karakoç destnîşan kir, ku li Tirkiyê ji ber ragihandina Rewşa Awarte, eger dilê rayedaran bixwazin dikarin mirovan ji mala wan bigirin û bibin girtîgehê û got: “Berê mehek bû aniha 15 rojan di hundir de dihêlin. Bê sûc bê sedem desteser dikin.”

 

Serokê HAK-PARê Refik Karakoç amaje bi referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û got: “Di sala 2017an de bûyereke ji bo me hemû Kurdan, ji bo 4 parçeyên Kurdan ji bo her Kurdên ku li ser dinyayê dijîn wêrekî, em pê kêfxweş bûn, pê şanaz bûn pêk hat. Ew jî referanduma 25ê Îlonê ye. Ew referandum biryareke dîrokî û wêrekî bû ji bo hemû Kurdan. Lê belê ew şanaziya me, ew kêfxweşiya me, ew kelecana me zêde neajot. Piştî referandumê dewletên dagirker, dewletên emperyal referandum kirin sedem. Lê referandum çênebûya jî wê dîsa êrîşî Kurdistanê bikirana. Wan baş dizanî ku êrişkirina wan deverên ku li gorî xala 140ê, wan deran dîsa dagir kirin û xistine bin bandora xwe.”

 

Karakoç bal kişande ser dîroka Kurdan ku piştî her şikestê, cardin rabûne ser piyan û got: “Lê dîsa jî em dizanin di dîroka me Kurdan de gelek caran me şikestin, komkujî û şerê birakujiyê jî dîtine. Lê dawiya wê, gelê me dîsa rabûye ser piyan, dîsa ketin tekoşîna rizgarbûna gel û welat. Îcar jî dîsa emê wisa bikin. Em dîsa rabin ser piyan ji bo rizgarbûna gel û welatê xwe çêbikin. Em hêvîdar in di 2018an de şert û mercên xebat û têkoşînê hîn baştir bibin. Em zêde zêde bixebitin da ku em bigihin armanca xwe.”

 

Pêdeçûn: Îlyas Aslanhan