Dema hevdîtina Hevserokên DEM Partiyê û Serokê CHPyê diyar bû
Hewklêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê sibe li navenda CHPyê bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re bicivin.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê sibe li Navenda Giştî ya CHPyê ya li Enqre a paytexta Tirkiyeyê bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re hevdîtinekê bikin.
Hatibû pilan kirin ku ew hevdîtin 23yê Çiriya Pêşîn a 2024an çêbibe lê ji ber mirina kurê Serokê Şaredariya Guzelbahçe ya CHPyê Mustafa Gunay, hevdîtin hatibû bipaşxistin.
Hevdîtina ku hatibû bipaşxistin dê sibe di demjimêr 14:30î de li Navenda Giştî ya CHPyê pêk bê.
Piştî hevdîtinê dê civîneke çapemeniyê ya havbeş bê lidarxistin û encamên hevdîtinê bi raya giştî re bên parvekirin.
Tê çaverêkirin gotubêjên derbarê pirsa Kurd û mijarên di rojeva Tirkiyeyê de ne di hevdîtinê de bên gotûbêjkirin.