Stenbol - Bi çekê êrişî avahiya rêxistina DEM Partiyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar bi çekê êrişî avahiya rêxistina DEM Partiyê kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Sultangaziyê Faruk Kaya ragihand ku îro kes an jî kesên nediyar bi çekê gule li avahiya rêxistina partiya wan reşandine û di encamê de camên avahiyê şikiyane.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin êriş îro derdora saet 05:00an hatiye kirin.

Heta niha derbarê nasnameya kes an jî kesên êrişkar de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Li ser agahdarkirinê polîs çûye cihê bûyerê û derbarê êrişê de lêkolîn hatiye destpêkirin.