Rapirsiyeke balkêş: Rêjeya dengên Demîrtaş çi qas e?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya MetroPOLLê, eger li Tirkiyeyê hilbijartinên serokkomariyê werin kirin Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 27,2 û Mansur Yavaş jî ji sedî 26,7ê dengan distîne.

Her wiha Selahattîn Demîrtaş jî bi rêjeya ji sedî 9 roleke kilîd dilîze.

Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê encamên rapirsiya Tebaxa 2024an a derbarê hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê de eşkere kirin.

Rapirsî di navbera 10 û 17ê Tebaxê de li 26 parêzgehan bi hezar 500 kesî re hatiye kirin.

Ji beşdaran pirsa "Eger di hilbijartinên bê yên serokkomariyê de namzet wiha bin hûn dê deng bidin kê?" hat pirsîn.

Di rapirsiyê de navên Recep Tayyîp Erdogan, Ekrem Îmamoglu, Mansur Yavaş û Selahattîn Demîrtaş cih girtin.

Li gorî rapirsiyê, di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Mansur Yavaş de 0.5 puan û di navbera Erdogan û Ekrem Îmamoglu de jî 9,2 pûan hene.

Her wiha rêjeya dengê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji sedî 9,3 ye, wate roleke girîng a dengên DEM Partiyê heye.

Li aliyê din, di rapirsiyê de ji sedî 18,8ê beşdaran jî gotiye "fikra me nîne."

Li gorî rapirsiyê, rêjeya dêngên namzetan bi vî rengi ye:

Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 27,2

Mansur Yavaş: Ji sedî 26,7

Ekrem Îmamoglu: Ji sedî 18

Selahattîn Demîrtaş: Ji sedî 9,3

Fikra min nîne: Ji sedî 18,8