Ekîm Polat tevî nexweşiya xwe ya giran nayê berdan

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di girtîgehan de zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş hene û rewşa wan jî roj bi roj xirabtir dibe.

Li Tirkiye binpêkirinên mafên mirovî û hin kêşeyên ku li qada dadweriyê rû didin, berdewam dibin sedema mexdûrbûna xelkê.

Bi taybetî hin girtiyên ku nexweş in û bi nexweşiyên xeter re dijîn û qet nayê rojevê, di heps û zindanan de roj bi roj jî rewşa wan xirab dibe.

Yek ji wan jî xelkê Dêrsimê Ekîm Polat e. Ekim Polat di sala 2016an de hatiye girtin û 24 sal jî ceza lê hatiye birîn.

Kêşeyên ku ew rûbirû bûye di dema girtin û darazê de berdewam kiriye û niha jî gewdeyê wî her diçe mezin dibe.

Nexweşî xeter e û divê li derve tedawî bibe

Nexweşiya Ekim Polat xeter e û divê li derve tedawî bibe. Lê rêya wê yekê nayê dayîn.

Herwiha di zidanê derman jê re nayên dabînkirin û tedawiya wî jî nayê kirin.

Dayika wî Songûl Îlker bi salan e li ber xwe dide da ku kurê xwe bide tedawîkirin lê ti rêyek jê re nayê vekirin.

Songul Îlker a xelka Dêrsimê zêdeyî 300 roj e li aliyekê jiyana xwe bi zehmetî berdewam dike û li aliyeke din jî ji bo kurê xwe li pêşiya dadgeh û girtîgehan di grevan de ye.

Songul Îlker gelek caran berbanga şefaqê ji Stenbolê diçe Tekîrdagê da ku kurê xwe yê di zindanê de bibîne.

Ew piştî piştî hembêzkirin, bêhnkirin û maçîkirina kurê xwe careke din vedigere jiyana xwe ya ku êdî sipûsar û bêwate ye.

“Nexweşî ji me hat veşartin”

Songul Îlker ji Rûdawê re got:

“Di sala 2017an de ji aliyê Fakulteya Bijîşkî ya Çapayê ve teşhîsa Agromegapalî hate kirin. Nexweşî ji me hat veşartin û piştî hewldaneke zêde ez pê hesiyam ku ew nexweşî lê ye.

Di mêjiyê wî de tumor heye û MRG ya mêjî nayê kişandin. Ji ber vê ez çalakiyê dikim. Divê em MRG bê kişandin û tedawî bibe. Pêdivî bi tedawiya derman, şewl û herwekî din heye heta dawiya jiyana xwe.”

Ekim dema hat girtin 16 salî bû

Kurê wê Ekîm di sala 2016an de dema hatiye girtin 16 salîbû. Li mala bavê xwe yê karkerê înşaatê hatiye girtin û li malê boyax, tîner û hin tiştên înşaatê jî weke delîl hatine hesibandin ku Ekîm haziriya çalakiyan dikir.

Pê re jî guhdarkirina muzîka Kurdî û parvekirinên wî weke delîl hatine hesibandin û 24 sal ceza lê hatiye birîn.

Laşê wî her diçe mezin dibe

Ekîm tevî çend nexweşiyên din nexweşê ‘agromegalî’ ye. Wate laşê wî ji ber tumorê di mêjiyê wî de her mezin dibe. Niha bejna wî bûye du metre û lingê wî jî bûye 46 nimare.

Songûl Îlker herwiha got:

“Ez îro di roja 375an a çalakiya rûniştinê de me. Ez ji bo tedawiya Ekîm bê kirin li vir im. Destûra bingehîn dibêje ku mafê jiyanê pîroz e lê ne wezareta dadweriyê ne jî rêveberiya zindanê pabendî vê yekê nabin.

Ekîm divê tedawî biba û divê li ba min be. Ez dê ji bo vê çalakiya xwe berdewam bikim.”

Dosyaya wî dosyayeke mînak e

Li gorî ku parêzer dibêje li Tirkiyeyê dosyaya wî dosyayeke mînak e di warê daraz û dadweriyê de.

Bi gotina parêzer ji ber ku tawanên ku li wî têne kirin bê bingeh in û dema ew bûyer çêbûna Ekîm ne li derve lê wê demê jî girtîbûye.

“Nexweşan tûşî mirinê dikin”

Parêzerê malbatê Alî Aydin got,Dibêjin em te bernadin û bo vê çi pêwîst be em dê bikin. Dibêjin em te dibin nexweşxaneyê, tu dermanê xwe dixwî û berdewam tu dê bimînî. Heta ku rewşa wan a tenduristiyê digihîje asta herî dawiyê wan bernadin.

Dema berdidin jî li derve piştî demek kin dimirin ew girtiyên nexweş. Li Tirkiye cezayê îdamê hatiye rakirin lê bi vê awayî bi van nexweşiyan girtiyan tûşî mirinê dikin.”

Mijara girtiyên nexweş li Tirkiye bûye girêfekeke mirovî û hiqûqî.

Zêdeyî 1500 girtiyên nexweş hene

Li gorî ÎHDyê 600 jê giran zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş li zindanên Tirkiyeyê hene û bi raporan jî sabît bûye ku ew divê li derve bêne tedawîkirin.

Lê ji ber ku ew yek pêk nehatiye di sala 2022an de 78, di 5 mehên 2023an de jî 15 kesan jiyana xwe di zindanan de ji dest daye.