Li Stenbolê teqîn: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê di avahiyekê de teqînek çêbû.
Li gorî agahiyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Li Taxa Şîrînevlerê ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê li qata pêncan a avahiyekê teqînek çêbû.
Tîmên agirvemirandinê, tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyên despêkê, teqîn ji ber pirsgirêka gaza sirûştî qewimiye.
Tê gotin ku di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku rewşa 2 birîndar xeter e.
Derbarê bûyerê de Şaredarê Bahçelîevlerê Hakan Bahadir jî got:
“Li qata jor a avahiyeekê ji ber gaza sirûştî teqîn çêbû û pişt re jî şewat derket. Weke şaredarî em ji kêliya yekem ve li wir in.
Her çendî ne diyar be jî kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn. Hevalên me niha hewl didin agir vemire. Herwiha niha avahiyên derdorê têne valakirin.”