Komeleya Perestarên Tirk: Ji sedî 70yê perestaran dixwazin biçin welatekî din

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Perestarên Tirk ragihand, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 70yê perestaran dixwazin biçin welatekî din bixebitin

Komeleya Perestarên Tirk, encamên rapora ku bi beşdariya 8 hezar perestaran amade kiribû eşkere kirin.

Li gorî raporê, perestar ji rewşa kar, mûçe û cudakariya ku li hemberî wan tê kirin ne razî ne.

Herwiha raporê da zanîn, hejmara perestarên biezmûn ên ku dixwazin biçin derveyî Tirkiyeyê zêde bûye.

Perestar xwe bêqîmet dibînin û rûbirûyî pirsgirêka cihêmanê dibin.

“Dema em derfetekê peyda bikin em dê biçin”

Seroka Komeleya Perestarên Tirk Dr. Azize Atli Ozbaşê got:

“Ji sedî 70yê perestaran dibêjin ‘Dema em derfetekê peyda bikin em dê biçin derveyî welat.’

Dixwazin biçin welatên ku rewşa debarê li wan deran baş e û ewle ne.

Herî zêde Amerîka, Kanada û Brîtanyayê hildibijêrin lê ji 90ê wan dibêjin eger şertên kar bên başkirin dê li vê derê bimînin.”